21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
VAN
Li Wanê depoyeke avê qul bû û ava ku jê çû, qerisî û dîmenekî balkêş derket meydanê.
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewa pir sar e û welatî tengasiyê dikşînin.
Li bajêr bi şev germa hewayê heta binê sifrê 20 pileyan û gol, av û avgur qerimîne.
Li navçeya Gevaşê taxa Kiziltaşê boriyeke şebekeyê ya depoyeke avê cemed girt.
Dîmena ku çêbûye weke avgureke cemedê dixuyê.
Mixtarê taxê Mehmet Adakan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku îsal serma pir zû hat û depoya avê qeşa girt.
Adakan got ku bi şev zêdetir serma çêdibe û wiha axivî: "Mirov nikarin zêde li derva bimînin, heke bimînîn ewê qeşa bigrin. Depoya avê ya gund jî ji ber sermayê qerisî."
Adakan got ji bo ew depoyê temîr bikin ewê bixebitin.