21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
MALATYA
Ji bo Meletî, Tûncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya qerm û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13emîn hat dayîn, li rojhilat û başûrê Elazizê û Meletiyê berfê bibare, li Adiyemanê şilî û berfê bibare, li cihê bilind jî berf û şilopeyê bibare, li Bîngol û Tunceliyê jî ewrsayî û ewrayî be.
Germê heta 3 pileya jî zêde bibe.
Dibe ku li van bajaran bi şev û serê sibê qerm û cemed û cî bi cî jî mij û dûman were.
Divê welatî û rayedar ji bo rewşê neyênî baldar û bi tevdîr bin.