20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Erziroma ku gelek bilind û sare ji bo helkirina erizayên ceyranê gelek ked hewce dike.
Li herêmê berf bi qasî 7 mehan heye û germahiya hewayê jî di bin sifirê da heta 40 pileyî dikeve. Ekibên temîrkirinê yên ku bi şev û roj li bajêr ser karê xwe ne di nav zor û zehmetiyan da karê xwe dikin.
Li ser "xeta neqla vejenê ya Pasînler-1"ê erizeyek qewimî û kesên ji ekîbê wezîfedar in ji bo helkirinê derketin rê û piştî gelek hewl û xebatan xwe gihandin dera ku 15 kîlomtre ji navendê dûre û li pişt Çiyayê Palandokenê dikeve.
Ekîp ewilî bi snowtracê ji ser berfa ku bi qasî metroyek qalindiya wê ye derket rê paşê jî ji bo xwe bigihijînin cihê erizeyê li hespê siwar bûn.
Tîm ji ber ku berf zêde bû û hesp nikaribûn herin bi meşê çûn cihê ku eriza lê çêbû.
Xebatkar 3 saetan meşiyan û paşê erize temîr kirin.
Midûrê Giştî yê Aras EDAŞê Fîkret Akbaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li herêmê ew xizmetê dibin 7 bajêr, 58 navçe û 3 hezar û 500 gundan, ji 2 milyon û 100 hezar kesî re xizmetê dikin.
Akbaş wiha axivî: "Li herêmê zivistan zehmet e. Tîmên me niha di vê rewşa dijvar de ji bo erizeyan çareser bikin, dixebitin. Ji bo ku xizmeta gelê me yê herêmê bikin, em hewl didin."