Türkan Tosun
15 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Pîra Aynur xiyala xwe ya xwendin û nivîsandinê li kursa Navenda Perwerdeya Gel a Sêrtê pêk anî.
Atîllayê got wê bi salan ji ber nezaniya xwendin û nivîsandinê gelekî zehmetî kişandiye û wiha axivî: "Dema ez diçûm nexweşxaneyê min nikaribû derdê xwe bigota. Dema ez diçûm danûstendinê min nizanibû çi hatiye nivîsandin. Dema nameyek dihat min nikaribû ez bixwînim. Dema min dixwest ez telefonê yekî bikim min nikaribû. Bi salan min zehmetiya xwendin û nivîsandinê kişand. Niha ji ber ku ez hînê xwendin û nivîsandinê bûm, pir kêfxweş im. Temenê xwendin û nivîsandinê tune."
Mamosta Esma Acar jî got Aynur Atîlla ji bo kesên din ên li kursê perwerdeyê dibînin mînakeke baş e.