Türkan Tosun
16 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Welatiyên li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê dijîn ji ber cemed û hişkiyê hatin hişyarkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin li herêmê bi piranî hewa wê perçe ewrayî be, heta danê nîvro jî şiliyê bibare û şilope wê çêbibe.
Şev û destê sibê cemed û hişkî wê bikeve erdê, mij û dûman jî wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê zêde neguhere.
Ji hêla başûr û başûrê rojhilatê car caran ba wê rabe.
Germahiya herî zêde ya rojê li Wanê 6, li Mûşê 7, li Hekariyê 5 û li Bidlîsê jî 4 pile be.