Haydar Şahin
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
Li Qonyayê Îkraya piçûk ji xwe ra pere kom kir û wesayîteke biaku kirî û wesayîta wê hat dizîn. Diza wesayîta Îkrayê paşda anî.
Li Sancaka taxa Selçukluya navçeya navend Îkraya 4 salî ya qîza Şengul û Osman Akbaba di kompereya xwe da pere kom kir û bi wî pereyî ji xwe ra wesayîteke biaku kirî. Dizan wesayîta Îkrayê dizîn û 7 roj şûnda paşda anîn danîn ber sîteya malbat lê rûdinê.
Şengul û Osman Akbaba û Îkraya piçûk dema li ber sîteyê wesayît dîtin gelekî şa bûn.
Malbatê ji wezîfedarên ewlehiyê û rojnamevanên ji bo dîtina wesayîtê aliyê wan kirin ra sipas kir.
Îkraya piçûk jî bi wesayîta xwe ya bi aku va li hewşa sîteyê geriya û şa bû.
Şengul Akbabaya diya Îkrayê daxuyanî da rojnamevanan û got, "Îkra gihîşte wesayîta xwe. Ji bo me ya girîng ew e. Qîza min êdî kêfxweş e."
Wekî mayîn xebatên ji bo derdestkirina şikbarên wesayît dizîbûn dewam dikin.
- Bûyer
Li Sancaka taxa Selçukluya navçeya navend Îkraya 4 salî ya qîza Şengul û Osman Akbaba di kompereya xwe da pere kom kiribû û bi wî pereyî ji xwe ra wesayîteke bi aku kirîbû, wesayîta Îkrayê di 20ê tîrmehê da hatibû dizîn.
Malbatê haya polêsan pê xistibû û polêsan di qeydên kamerayan da dîtibûn ku 2 kesên bi motorsîklet wesayît dane destê xwe û direvin li ser vê lêpirsîn dabûn destpêkirin.