Haydar Şahin
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2019
Li Erzincanê jineke 85 salî nexweş ket li ser vê rakirin nexweşxaneyê û derket holê ku ji dayikbûnê vir da nasnemeya wê tune.
Pîra li navenda bajêr jiyana xwe didomîne nexweş ket û li ser vê Dursun Erzincanliyê eqrebayê wê jinik bir Serwêsa Acil a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzincanê.
Doxtoran piştî kontrola ewil ji bo dermankirina wê dewam bike gotin bi nimareya nasnameya wê qeyda wê çêbikin.
Li ser vê Erzincanli ji wezîfedaran ra got ku pîra nexweş Cemîle Dagdala diya wî ye lêbelê di emrê xwe da qet nasnameye nestandiye.
Wezîfedarên ku li nexweşxaneyê gotin cara ewil e tiştekî wiha dibînin û haya doxtor û wezifedaran pê xistin û li ser vê zepta tunebûna nasnameya wê nivîsîn.
Wezîfedarên nexweşxaneyê piştî dermankirina jinikê haya polêsan û dozgeriyê pê xistin li ser vê lêkolîn dan destpêkirin.
- "Dixwazim ji diya min ra nasnameyê derxin"
Dursun Erzincanli daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku rewşa Cemîle Dagdala diya wî xirab bû li ser vê anî nexweşxaneyê.
Erzincali destnîşan kir ku di emrê wê da qet jê ra nasname nehatiye derxistin, bêyî nikaha fermî bi bavê wî ra zewiciye, ew j li ser dêmariya xwe hatiye qeydkirin û wiha pê da çû:
"Dema dê û bavê diya min mirin kes pê ra eleqedar nebû. Nasnameya wê tune. Ez gelekî xebitîm ku ji diya xwe ra nasnameyê bidim derxistin lêbelê bi ser neketim. Îro aciz bû min anî nexweşxaneyê. Ji ber ku nasnameya wê tune polêsan zebt amade kirin û gotin ku ew ê haya dozgerî û walîtiyê pê bixin. Ez ji rayedaran dixwazim ku ji diya min ra nasnameyê derxin.
Diya min 85 salî ye û nexweş e. Ji ber ku nasnameya wê tune ez nikarim bidim dermankirin û ji malê derxim derva."