Elif Orhan
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2019
Kesên ku di salên 1990î da di serî da ewlehî ji ber sedemên cuda ji gundên xwe koçî Batmanê kirin vê carê ji bo tetîlê tên gundên xwe yên ku lê aramî heye.
Kesên ku li Batmanê jiyaneke nû ava kirin bi saya atmosfera aramiyê ya ku pêk hat tetîlên xwe li gundên xwe yên ku hesreta wê dikşînin derbas dikin.
Gundên Eymur û Kuyubaşi yên li ser navendê û Gonullu, Akyar, Kutlu û Yilmaza gundên navçeya Kercewsê ji wan gundan in ku Batmanî ji bo tetîlê diçin wir.
Welatiyan li gundên xwe xanî çêkirin, eraziyên xwe çandin, hewz çêkirin û ji bo ku tetîla dawiya hefteyê derbas bikin tên gundên xwe.
Nifûsê gundan dawiya hefteyê hema bêje 4 qat zêde dibe û kesên ku ji jiyana bajêr aciz dibin û tên gundan sibehê di zeviyan da dixebitin û piştî nîvro jî dikevin hewzê.
- "Nifûsê gundê me 180 ye dawiya hefteyê dibe 800"
Abdulbakî Gokê mixtarê gundê Eymura 35 xanî lê hene û 30 kîlomêtro dûrî navendê ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku nifûsê gund bi taybetî dawiya hefteyê 4 qat zêde dibe.
Gok gund ku li gund 35 xane hene lê bi xaniyên kesên ku li Batmanê dijîn lê dixwazin gund jî wext derbas bikin li gund çêkirin jimar derket 50yî.
Gok wiha axivî: "Nifûsê gundê me 180 ye lê dawiya hefteyê derdikeve heta 800î. Me li gund 4 hewzên nûjen çêkirin. Ciwanên me, zarokên me, malbatên me yên ku ji Batmanê tên wexta xwe di van hewzan da derbas dikin û kêfê dikin."
- Pêşî zevî paşê hewz
Nurettîn Gok jî qal kir ku sibehê di saet 05.00an da radibin û heta saet 10.00an zeviyan av didin û piştî ku karên xwe temam dikin di hewzê da sobanî dikin.
Şehmus Ruzgar jî qise kir ku li Batmanê dijîn lê dawiya hefteyê bi malbatî li mala xwe ya ku li gund çêkirine dimînin û wiha axivî: "Em bi zarok û neviyan ra tên û wextê xwe li vir derbas dikin. Em li vê derê bêhna xwe didin."
Ruzgar diyar kir ku li gund xaniyekî du qatî çêkir û got ku "Şûna ku em ji bo tetîlê biçin cihên din em tên gundê xwe û li vir bi malbata xwe ra demeke gelekî xweş derbas dikin. Herêma me êdî ne kêmî herêmên din e. Lewra êdî şînahiya me, baxçeyên me, hewzên me jî hene. Ji ber vê em li behrê nagerin."