DMMEyê ji ber serlêdana birêvebiriya Rûman a Qibrisê ya 22yê sermewaza 1994an, biryar da ku Tirkiye ji ber Hereketa Qibrisê ya 1974an 90 milyon euroyê tezmînatê bide.
Li gor biryarê dê 30 milyon tezmînatê bidin malbatên kesên ku piştî harekatê winda bûn, 60 milyon euroya mayî jî dê bidin rûmên ku li nîvgirava Karpazê ya li Qibrisa Bakur dimînin.
Birêvebiriya rûman bi hinceta ku piştî harekata 1974an,1491 welatiyên rûman winda bûn û 21 welatiyên Rûman jî ji cihên xwe bûn doz vekiribû.
DMMEyê di sala 1996an de dest bi dîtina dozê kir û di sala 2001an de biryar da ku Tirkiyeyê di herekatê de 11 madeyên cuda yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kir. Lêbelê hukmê cezayê ya beşa der barê tezmînatê de taloqê demek pêş de kiribûn. Li ser vê yekê birêvebiriya rûman di sala 2011an de dîsa serî li dadgehê da ku beşa tezmînata madî û manewî bê dîtin.
Bi vê biryarê DMMEyê di dozeke navneteweyî de cara ewil cezayê tezmînatê da Tirkiyeyê.