Elif Orhan
04 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Di çarçoveya Projeya Xizmerên Xwedîkirina li Malê (AGBÎM) ya ku Şaredarê Agiriyê Savci Sayan da destpêkirin da xebatkarên şaredariyê xizmeta xwedîkirina di mal da didin welatiyên astengdar, hewcedar, îxtiyar û nexweşiyên wan ên kronîk hene.
Şaredar sayana xebatê di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî da tetbîq kir û di çarçoveya projeyê da 10 ekîbên ku ji 4 kesan pêk tê bi wesayîtên taybet ên ku ji bo wan hatin tehsîskirin alîkariya nexweşên hewcedar dikin.

Ekîb welatiyên astengdar, hewcedar, îxtiyar û nexweşiyên wan ên kronîk hene tesbît dikin û li malê wan ziyaret dikin û xizmeta xwedîkirinê ya bêpere didin malbatan.
- "Malên wan dê bên paqijkirin û dê bên xwedîkirin"
Şaredar Sayan li ber derê avahiya şaredariyê daxuyanî da rojnamevanan û got ku dê Agiriyî bêpere ji xizmetê sûd wergirin.
Sayan got ji bo vê xizmetê 10 wesayît hatin veqetandin di her wesayîtê da ekîbeke ji 4 kesan pêk tê heye û personel dê biçin malên ku pêşiyê da randevu sitandine û hemû paqijiyê bikin û wiha axivî:
"Ekîbên me herwiha dê hemû melzemeyên hewce jî bidin malbatan. Me soz dabû ku em ê li Aigiriyê xizmeta xwedîkirina li malê bidin. Wê malên hewcedaran bê paqijkirin, hewcehiyên wan deynin sarincê wan. Herwiha xebatkarên tenduristiyê yên ku dê biçin, bi Wezareta Tenduristiyê ra hevkariya me heye dê li şekir û tansiyona wan jî binêre. Nexweşên divê biçin nexweşxaneyê dê bibin nexweşxaneyê."
- "Hemû xizmet dê bêpere bin"
Şaredar Sayan diyar kir ku dê malên hatine diyarkirin bên ziyaretkirin û got ku hemû xizmet dê bêpere bin.