04 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Li Mûşê piştî operasyonên ku hêzên ewlehiyê dijî PKKya rêxistina terorê bi serkeftî kirin herêmên Zozanê Şênê û Çiyayê Qozmeyê cardin ji bona çandinî û heywandariyê bûn navend.
Herêmên Zozanê Şênê û Çiyayê Qozmeyê ku di nav sînorên Mûş, Diyarbekir û Bîngolê da dimînin û di salên 1993yan da bûyerên terorê lê diqewimîn piştî operasyonên ku bi serkeftî hatin kirin cardin şên bûn.
Herêmên Zozanê Şênê û Çiyayê Qozmeyê bi hewaya xwe ya xweş, tebîet û çavkaniyên xwe yên avê ji bona heywandar, mêşvan û cotkaran dereke girîng e.
Piştî ku hizûr û aramî çêbû zozanî derdikevin zozanan û li herêmê çandinî tê kirin.

- "Em di nav hizûr û aramiyê da dijîn"
Gaffar Taşê ji Tetwana navçeya Bedlîsê hatiye Zozanên Şênê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî hizûr û aramî çêbû hatine zozanan.
Taş diyar kir berê ji ber bûyerê terorê hatin û çûyîna li herêmê hatibû qedexekirin û wiha axivî: "Me havînê ji mecbûrî heywanên xwe dibirin Erziromê û zivistanê jî dibirin Mêrdînê. Ji ber ku niha hizûr heye em tên vir. 500 pezên me hene û em ê êdî her sal werin. Em li Zozanê Şênê di nav hizûr û aramiyê da dijîn."
- "Em bi şev û bi roj li vir in"
Hasan Elmaciyê mêşvan yê ji Hezroya navçeya Diyarbekirê hatiye diyar kir hingivê ku hildide li kêleka rê difiroşe û debara xwe dike.
Elmaci destnîşan kir hatiye nehatiye di warê ewlehiyê da tu pirsgirêk derneketiye û wiha got: "Em bi şev û roj li vir in. Ji vir çend sal berê em bi fikar bûn. Lê niha tirsa me tuneye û em ji halê xwe kêfxweş in."
Ji zozaniyan Suphî Sunar jî destnîşan kir piştî ewqas salan li ser donimekî zevze ajotiye.
Sunar destnîşan kir piştî bûyerên terorê yên di 1993yan da koçî navenda bajêr kiriye û wiha peyivî: "Piştî 26 salan min cara ewil baxçe ajot. Tu pirsgirêk tuneye û heta dereng tevî malbatê em li vir dimînin. Hewa û ava Çiyayê Qozmeyê zehf xweş e. Ez teqawid bûme, bi malbata xwe ra têm vir û ji bona îhtiyacê zivistanê me zevze ajotiye."