Abdullah Tel
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
BATMAN
Li Batmanê du cêwrikên dêleroviya ku di coha avê da xeniqîbû bi şîrê dêlikekê tên xwedîkirin.
Wezîfedarên DSÎyê di nav xebata paqijkirina coha nêzî gundê Bexçeya ser navçeya Beşîriyê ye da dîtin ku dêleroviyek di nav devika cohê da asê bûye û xeniqiye û li pey wê du cêwrikên wê mane.
Xebatkaran cêwrik ferq kirin wan hildan û birin teslîmî rayedarên Midûriyeta Karên Baytariyê ya Şaredariya Batmanê kirin. Hat ragihandin ku cêwrikên rovî ji bo nemirin avêtin ber guhanê dêleke sê cêwrikên wê hene. Cewrikên rovî piçek mijandin lê ji ber ku şîrê dêlikê jî hindik bû wezîfedaran bi bîberonê şîr dan wan.
Cewrikên rovî piştî ku hatin têrkirin ji bo parastinê di qesefeke taybet da hatin bicihkirin.
Baytar Onur Kiliç ê bi cêwrikan ra eleqedar bû û ew têr kirin jî got: "Rewşa wan baş e. Dema ku anîn nikaribûn çavên xwe vekin. Me kontrolên hewce kirin. Piştî ku ew piçek bi ser xwe da bên em ê wan berî dehlê bidin."