Önder Beyter
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Li bajarê Rihayê ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma baweriyê ye, ji bo avakirina "Muzeya Dîroka Pêxemberan" xebat dan destpêkirin.
Li gorî riwayetan li vî bajarî ligel meqamê jidayîkbûna Hezretî Îbrahîm ku wekî kalê hersê dînên îlahî tê qebûlkirin, qebra Eyûb Pêxember ku wekî "nimûneya sebrê" tê zanîn, hene.
Ligel van, herwiha li Rihayê meqamên Mûsa Pêxember, Şûeyîb Pêxember, Elyasa Pêxember, Yeqûb Pêxember û Yûsif Pêxember hene. Ji ber vê çendê Riha di tûrîzma baweriyê da piştî Mekke, Medîne û Qudsê di rêza çaremîn da ye.
Şaredariya Bajarê Mezin Şanliurfayê ji bo dupatkirina vê nasnameya bajêr biryar stand ku Muzeya Dîroka Pêxemberan ava bike.
Tê plankirin ku muze li nêzîkî Gola Masiyan a dîrokî ku sembola bajêr e, were avakirin. Herwiha armanc ew e ku di demeke nêzîk da hîmê pêşîn ê muzeyê were danîn.
Şaredarê Bajarê Mezin Rihayê Nîhat Çîtfçî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li vî bajarê qedîm şopên gelek pêxemberan hene.
Çîftçî bal kişand ku ew, van şop û bereteyan wekî xezîneyeke çandî dinirxînin û wiha dewam kir:
"Li Şanliurfayê şopa 7 pêxemberên me hene. Tirbeya Eyûb Pêxember û meqamê jidayîkbûnê yê Îbrahîm Pêxember li vê derê ne. Herwiha ev bajar, bajarê Şûeyîb Pêxember e û tirbeya Elyasa Pêxember jî li vê derê ye. Şanliurfa ji mirovê yekemîn Hezretî Adem vir va xaka qedîm e, bi dîroka xwe ya 12 hezar salan va pêxember hewandine."