İbrahim Atmaca
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê li kêleka Ava Zapê hirçekî boz hat dîtin û li xwarinê digeriya.
Gelek heywan di nav daristanên navçeya Çukurcayê da dijîn. Bi hatina biharê ra berf heliya, baran barî, çêre hêşîn bû û bi germbûna hewayê ra hirçên boz jî ji lanên xwe derketin û li xwarinê digerin.
Dîmena hirçê boz ê ku li xwarinê digeriya hat kişandin
Hirça ku li nav daristana kêleka Ava Zapê ya li ser rêya Çukurca û Hekariyê digeriya, ji aliyê kamerayan va hat kişandin.
Hirç demekê ji xwe ra nav daristanê li xwarinê geriya paşê li ber çavan windabû.