Haydar Şahin
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
AGRI
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ya Agiriyê rêya gom û gundê ku di seranserê zivistanê da ji ber berf û bagerê hatibû girtin piştî xebata ku 5 rojan ber xwe da vekirin.
Her sal bi hatina zivistanê ra ji ber berf û bagerê rêya Gola Masiyan, Goma Yaylacikê û Tanyoliya gundê Taşliçayê tê girtin. Zivistanê qalindiya berfê digihîje 10 mêtreyan û gund demeke dirêj di esaretê da dimîne.
Li 2 hezar û 550 mêtre bilindiyê ligel berf û bagerê piştî xebatên ku 5 rojan ber xwe dan ekîban rêya gund û gomê vekirin.
Îsal li gor salên berê zivistan giran derbas nebû, ekîban ev wek firsend dîtin, rêya girtî vekirin û pirsgirêka welatiyan ya gihandinê çareser kirin.
Erhan Tenekeciyê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîban di 5 rojan da rêyên girtî vekirin.
Tenekecî destnîşan kir ku ekîban di şert û mercên zor da rêya Gola Masiyan, Goma Yaylacikê û Gundê Tanyoliyê vekirin û wiha pê da çû:
"Bilindahiya vê herêma me 2 hezar û 550 mêtre ye û li vê derê berf û bager kêm nabe. Îdareya me 24 saetan bênavber xebatên xwe didomîne. Li vê herêmê bager her tim rê digre ji ber vê jî karê me zehf zehmet dibe. 3 makîne û 4 wesayîtên piştgiriya acil li vê derê dixebitin. Ligel vê li deştê di xebatên me yên paqijkirina berfê da pirsgirêk tunin. Ez ji hevalên me yên ku 5 rojan bênavber xebatên xwe domandin û rê vekirin ra sipas dikim."