İbrahim Atmaca
21 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Li Agiriyê kesên ku debara xwe bi masîgiriyê dikin, li ser Gola Masiyan a ku 2 hezar û 241 raqim bilind e û rûyê wê bi temamî qeşa girtiye dest bi girtina masiyan kirin.
Gol 30 kîlomêtre dûrî navçeya Ava Kevir e (Taşliçay) û rûyê golê qerimiye. Şêniyên herêmê havînê bi kelekan di golê da masiyan digrin û turîst jî li derdora golê ji xwe ra kampa çadiran dikin. Bi hatina zivistanê ra gol qerimî û dîmenên xweş derketin holê. Li herêmê şêniyên ku debara xwe bi masîgiriyê dikin, pêşiyê li ser gola ku rûyê wê qeşa kişandiye digerin û cihên masiyan tesbît dikin.
Gundî cemeda ku cî bi cî mêtreyek e dişkênin û 50 mêtreyî carekî tûrên xwe berdidin nav golê û li bendê dimînin. Piştî hefteyekê tûrên xwe ji golê derdixin.
Carinan birî û bijangên masîgiran di sir û sermayê da diqerimin. Masîgir masiyan ji tûrê derdixin û tûrikên xwe tijî dikin û ber bi êvarê vedigerin mala xwe.
Ji masîgiran Hasan Yildiz got ku cî û warên ku ew lê dijîn zivistanê dijwar e û 21 sal e ew zivistan û havîn masiyan digre û wiha dewam kir:
"Pitî ku hewa sar bû, rûyê golê bi temamî qeşa girt. Em li ser qeşayê ne û binê me 25 mêtre kûr e. Tûrên me hefteyekî di nav avê da dimînin. Em paşê tên qeşayê dişkênin û tûrên xwe derdixin. Masiyên ku em derdixin em qismekî wan dibin mala xwe û bixwe dixwin û qismekî jî difroşin. Em carinan jî bi olteyan alebalixan digrin. Em ji bo debara mala xwe dixebitin."
Ji masîgiran Murat Kaçar jî got ku ji ber sir û sermayê ew tengasiyê dikşînin, ji bo debara xwe ew dikevin talûkeyê û wiha dewam kir, "Em zivistanê masiyên golê digrin û pê debara mala xwe dikin. Her derê Gola Masiyan qerimî ye. Em her roj ser vê qermê diçin û tên. Masî carinan tên carinan nayên."