Abdullah Tel
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Li Îdirê erdên bejî bi saya mişarkirina 250 kîlometreyî va ji rûtbûnê xilas bûn û şax û şitil lê hatin danîn.
Qada bejî ya nêzî gundê Kulluk a ser navenda bajêr ku ji ber ba û rûtbûnê tiştek lê nedigihîşt ji bi kêrtir bibe xebat hat kirin.
Midûriyeta Giştî ya Daristanê, Walîtiya Îdirê û Midûriyeta Karsaziya Daristanê ya Îdirê bi xebateke şirîkatî va li 15 hezar donim erdî bi qasî 250 kîlometre mişar kişandin û şax danîn.
Ekîbên daristanê ku palên çiyê mişar bi mişar ji hev qetandin ji aliyekî va jî şaxên bihîvan û şitlên laventayan danîn.
Qad bejî ya li Îdirê bi saya vê xebatê di demeke kurt da ji bejîbûnê filitî û him jî bû qada darên behîv û çîçekên lewantayan û rûtbûna axa wê derê jî ji holê rabû.
Midûrê Karsaziya Daristanê ya Îdirê Taner Tazegun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li qada xebat lê birine serî serfiraziyeke baş bidest xistine û wiha pê da çû: "Em ji bo xilaskirina vê qadê bi qasî 2 salan xebitîn. Ji vê qadê lêhî radibû û di heman demê da bayê vê qadê rût dikir. Ji ber bayê axa ji bo zeviyê bi kêr dihat jî li rûyê vê erdê nedima û diçû."
Tazegun destnîşan kir ku ew ê vê zeviya hanê êdî wek baxçeyê lewantayan û darên bihîvan bikarbînin û rûtbûna erdê jî ji sedî 80-90 daketiye.