Önder Beyter
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
IGDIR
Li Îdirê 47 dewarên ku tê destnîşankirin bi awayekî qaçax ji Ermenistanê derbasî Tirkiyeyê kirin, hatin qefaltin.
Li gorî agahiyê, piştî îxbara ku li ser sînorê Tirkiye-Ermenistanê gelek dewar hene, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Îdirê sewqî deverê kirin.
Di encama lêgerîna li ser xeta sînor da, 47 dewarên ku hat tespîtkirin bi qaçaxî ji Ermenistanê derbasî Tirkiyeyê kirine, hatin dîtin.
Ekîbên cendirmeyan dest danîn ser dewaran û herwiha der heqê 6 berşikan da jî miemeleya qanûnî dan destpêkirin.