Emre Ilıkan,Yılmaz Kazandıoğlu
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 12 Sibat 2023
Li Meraşa navenda erdhejê, 5 endamên malbata Poyraz a ku bin kavilên avahiya hilweşiya, bi birîndarî hatin derxistin, li Wanê tên dermankirin.
Li Taxa Yunus Emreyê ya Elbistana navçeya Meraşê, Fatihê bav ê 46 salî, jina wî Kezban a 37 salî, Efeyê 12 salî Ayşenura 16 salî, Erva Poyraza 9 salî yên 6 saet piştî erdhejê ji bin kavilê Apartmana Kirkevlerê hatibûn derxistin, tedawiya wan li Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê didome.
Fatih Poyrazê ku li Santrala Termîkê ya Afşîn Elbistanê dixebite, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, apartmana wan a 5 qatî di erdheja duyem da hilweşiya.
Poyraz diyar kir, ew piştî 6 saetan ji bin kavil hatin derxistin û wiha behsa serpêhatiya xwe ya dema erdhejê kir:
"Di erdheja yekem da em razayî bûn. Em qederekê li derva man. Paşê derdora saet 11,5an min got em biçin mal. Ji ber ku ew du sê roj bû ez dimam mesaiyê ez bêxew bûm. Em hatin mal em rûniştin. Milet li me digeriya ji bo derbasiyê. Min têlefon danî ser qenepeyê. Gava zarokan kinc li xwe dikirin, lerzê dest pê kir. Em rabûn ser piyan. Keça min a piçûk deriyê pêşiyê vekir. Her der di nava toz û xweliyê da mabû. Xanim zarok bi paş da kişand. Em di odeya rûniştinê da man."
Poyraz bal kişand ku mala wan di carekê da hilweşiya û wiha got, "Me nikaribû em bilivin, zarokan nikaribû nefes hildana. Min keça xwe nedidît. Dikirin qêrîn digotin bavo em asê bûn. Keça min a mezin li ser çoka min bû, li ser serê wê jî koloneke mezin hatibû xwarê. Dengê jina min dihat lê min nedidît. Ji min wetrê keça min a mezin dimire. Di wê kêliyê da hem têlefona min hem ya jina min lê dida. Min xwe bi têlefona xanimê ra gihand, min alîkarî xwest. Şikir em xilas bûn.
Birayên min bi destan kavil vekirin û gihîştin me. Pêşiyê destê xanimê dîtin. Welatî jî hatin alîkariyê. Bi balyoz û bivirê hesin jê kirin. Di wê kêliyê da krîşan zor dida me. Parsûyê min şikestin. Qenepe jê kirin. Pêşiya me fireh kirin û em derxistin. Paşê jî em bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Em du rojan li nexweşxaneyê man û paşê jî em anîn Wanê. Şikir em baş in. Em şa bûn ku em xilas bûn. Ji Xwedê hat. Tişte ji destê meriv nayê. Xwedê tiştekî wiha careke din nîşan nede."