Rıdvan Korkulutaş
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
Li Lîseya Teknîka Pîşeyî û Anadoluyê ya Bingolê, ekîbeke ku ji mamoste û hosteyên xwebexş pêk tê, ji bo ji erdhejzedeyan re bêne şandin sobeyên nav konan çêdikin.

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên ku bandor li 10 wîlayetan kirin, hemî saziyên li Bingolê û welatî ji bo piştevaniya erdhejzedeyan seferber bûn.
Di vê çarçoveyê de ekîbên Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Wîlayetê li tenişt amadekirina betanî, cilûberg, nan û qumanyeyan herwiha dest bi çêkirina sobeyên nav konan kirin.
Li Lîseya Teknîka Pîşeyî û Anadoluyê ya Bingolê, bi piştevaniya ekîba ku ji mamoste û hosteyên xwebexş pêk tê, sobe tên îmalkirin.
Ji mamosteyan Erdal Kuçukhazar destnîşan kir ku ew bi lezgînî îmalkirina sobeyan didomînin û got, "Înşelle di demeke kurt de emê sobeyan bigihînin erdhejzedeyan."