Günay Nuh
12 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
Li Erdexanê xwendekar û mamosteyên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya Kazim Karabekirê ji bo mexdûrên erdhejê ji bermîlan sobeyan çêdikin.
Piştî erdhejên Meraşê li Erdexanê hemû sazî û welatî seba piştgiriya mexdûrên erdhejê seferber bûn.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ku cil û berg dirûtin, nan pehtin û berên din hilberandin, ji bo nava çadiran û derva ji bermîlan dest bi çêkirina 2 cure sobeyan kirin.
Mamosteyên dibistanê jî li tevahiya bajêr bermîl berhev kirin û di çaviya metalan da bermîl kirin sobe û li ser jî "Derbasî Be" dinivîsin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Erhan Bulut ji nûçegihanê AAyê ra got ku piştî erdhejê bi telîmata Wezareta Perwerdeya Neteweyî ew demildest ketin dewrê ê wan nava hefteyê bi xwendekaran ra, dawiya hefteyê jî bi mamosteyan ra sobe çêkirin.
Bulut daxuyand ku ew bi felaketa esrê ra rû bi rû ne û wiha axivî, "Her kes alîkariyê dike. Em bi hemû yekeyên xwe va li qadê ne."
Bulut daxuyand ku wan bi telîmata wezaretê demildest dest bi xebatan kir û wiha dewam kir:
"Me dest pê kir û em ji bermîlan sobeyan çêdikin. Vê gavê lîseyên me yên pîşeyî hema bêje ji bo vê yekê bûn seferber. Em ji bo berhevkirina hemû bermîlên bajêr dixebitin. Her bermîl dibe sobe. Bi taybetî ev sobe seba çadirên sehrayê pir kêrhatî ne. Gelekî germ dikin. Em bi tiran dişînin herêmê."
Bulut daxuyand ku Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Turkmen Tekîn jî 40 hezar nan pehtin û nan jî ji herêmê ra hat şandin.