Haydar Şahin
06 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Li Îdira wekî "Çuxurovaya Rojhilatê" tê binavkirin firingiyên herî zêde tên reşandin di destê jinan da dibe reçel.
Li saziya bi navê "Ereza Gundê Tebîetê" ya li Kulluka gundê navendê li ser 45 dolim erdî hat avakirin tehmên berê yên herêmê bi rêgezên kevn va diajon.
Saziya lê ji firingiyan salçe û tirşînê çêdikin ji bo jinên herêmê jî dibe deriyê debarê. Li saziyê tişta herî balkêş ew e ku reçela firingiyan çêdikin.
Firingiyên li erdên bi ber û bereket hêşin dibe tînin gundê tebîetê li vê derê ji hin astan derbas dikin û dixin tehmeke bêhempa.
Ji Îdirê û bajarên dorberê eleqeyê nîşanî amûrên li saziyê tên çêkirin didin, welatiyên ku dibihîzin ji firingiyan reçelê çêdikin jî eleqeyê nîşanî reçelê didin.
Firingiyên jê salçe û tirşîn dihatin çêkirin êdî dibin reçel jî
Reçela firingiyan li ser înternetê tê firotin û gelekî eleqeyê dibîne.
Çigdem Yildiza reçela firingiyan çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku reçela wan gelekî bi tehm e û eleqeyeke mezin dibîne.
Yildizê got dema cara ewil reçela firingiyan çêkirin kesên dibihîstin şaş û metel diman û wiha pê da çû: "Kesên ku carekê vê reçelê tehm dikin êdî dev jê bernadin. Bi salan e li Îdirê firingiyên tên reşandin, salçe, tirşîna wê tê çêkirin û di xwarinan da tê bikaranîn. Me jî tiştekî cuda kir û jê reçel çêkir. Piştî ku me çêkir jî gelekî hat ecibandin. Bi vî awayî me jî qezenc kir cotkarên me jî."
Muhabbet Sînaya xebatkara saziyê jî got firingiyên li baxçeyê xwe êdî naxin salçe û hişk nakin, dixin reçel û wiha axivî: "Em pêşiyê wan dixaşînin ji hin astan derbas dikin, paşê bi şerbetê dikelînin dixin reçel. Me me bi vî awayî jê îstifade nedikir. Me îsal cara ewil wekî tehmeke cuda reçel çêkir."
- Kesên dibêjin ma ji firingiyan reçel çêdibe dema tehm dikin gelekî diecibînin
Sînayê diyar kir ku ji firingiyên Îdirê gelek xurek tên çêkirin, reçela wan eleqeyê dibîne û wiha pê da çû:
"Me ji firingiyên ji bo aboriya Îdirê girîng in tehmeke cuda çêkir û tevkariyê didin aboriya bajêr. Kesên dibêjin 'Ma ji firingiyan reçel çêdibe?' dema tehm dikin gelekî diecibînin. Bertekên baş me kêfxweş dikin, ji ber vê me gelekî zêde reçel çêkir û derxist firotinê."