Abdullah Tel
06 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Li Selîma navçeya Qersê ji bo cirîda ser berfê ya ku bi salan e li herêmê tê kirin û êdî wek kevneşopî dewam dike hesp ji niha va tên amadekirin.
Cirîda ku werzişa bav û kalan e li navçeya Selîmê ji bo ku bigihêje nifşên nû havînê li ser erdê şîn û zivistanê jî li ser berfê tê kirin.
Siwarên hespê yên ji gundên der û dorê ne bi hespên xwe yên taybet li gundê tên eşkerekirin tên bal hev û dest bi cirîdê dilîzin.
Ev siwarên hanê ji aliyekî va ji bo pêşbaziya cirîda ku zivistanê li ser berfê tê kirin xwe amade dikin û ji aliyekî va jî hespên xwe ji niha va hîn û zexim dikin.
Li Qersê bi nêzbûna zivistanê va hespên ku wê di cirîda kevneşopî ya li ser berfê tê kirin da baz bidin ji niha va tên amadekirin. ( Cüneyt Çelik - Anadolu Agency )
Bi taybetî jî eleqeya cirîda li ser berfê tê kirin zêdetir e û turîstên xwemalî û biyanî jî eleqeyek zêde nîşan didin.
Siwarên hespan ên ku niha li benda berf barînê ne ji bo cirîda ku wê li ser berfê bilîzin ji niha va dest bi amadehiyê kirine û di heftê da 3 caran îdmanê dikin.
Serokê Kûluba Spora Bihespan a Qers Qafqasê Selçûk Başkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan ji niha va dest bi amadehiyan kirin û wiha domand: "Bi barîna berfê va meraqdarên cirîdê berê xwe dan vî alî û em jî ji bo ku cirîdeke xweş çêbibe ji havînê va hesp û siwarên wan amade dikin. Em niha ji bo amadehiya zivistanê derketine û antrenmanê dikin. Li pêş me rojên zor û zehmet hene û em hespên xwe baş xwedî dikin û mîna ewladên xwe li wan xwedî derdikevin."
Başkaya destnîşan kir ku her ku diçe eleqeya li ser cirîdê zêdetir dibe û ragihand ku ji bo hesp tî û birçî nemînin ew bi rêk û pêk dixebitin û hespên xwe jî ji niha va amade dikin.