Sabri Yıldırım
14 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2025
Geştyarê Japonyayî Kîmono Magîcîanê ku bi peyatî di 10 mehan da li 8 welatan geriya di geşta xwe ya Tirkiyeyê da gihîşt Mûşê.
Kîmonoyê ku bi ereboka xwe ya destan a ku tê da hewcederiyên wî hene û bi peyatî derketiya rêwîtiya dinyayê piştî Kamboçya, Tayland, Hindistan, Pakistan û Îranê li Tirkiyeyê digere.
Kîmonoyê ku li Hekarî, Wan û Bidlîsê geriya herî dawî hat Mûşê û bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Kîmono bi alîkariya wergêr daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji xweşikahiyên tebiî û mirovên bajêr hez kir.
Kîmono diyar kir ku dê rêwîtiya xwe bidomîne û ev gotin:
"Ez di 10 mehan da li 8 welatan geriyam. Ez ji ser Îranê ra gihiştim Tirkiyeyê. Rêwîtiya li herêma Rojhilat gelekî dijwar e. Armanca min ew e ku ez dinyayê bigerim, çandan nas bikim û cihên cuda bibînim."