Bahar Tanrıtanır
27 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2026
Li Gewaşa navçeya Wanê wesayîtek welgeriya û jê yek zarok, 3 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Îlhan Çîftçî û plaqeya wê 49 ABK 635 e, li ser rêya Wan-Gewaşê, li nêzîkî Taxa Atalanê welgeriya.
Li ser cawdayînê polês, ekîbên tenduristiyê û ekîbên Amirtiya Koma Agirkujê ya Gewaşê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da jinika ku di wesayîtê da asê mabû, bi saya ekîbên agirkujê ji wesayîtê hat derxistin û ekîban 3 kesên ku birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.