İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
NEVŞEHÎR
Mehmet Usluyê ku li Urgupa navçeya Nevşehîrê, li gundê Demirtaşê cotkar e, tiriyeke ku goşiya wê ji tiriyên normal du qatî mezintir e, danî.
Uslu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî li gundê xwe li ser pênc doliman tirî danî û her goşiyeke tiriyên baxê wî 2 kîlo û 600 gram tê.
Uslu diyar kir ku ew peyn li dora baxê tiriya wer dike û baxan di wextê wan da diqusîne, ev jî tiriyan hur dike. Uslu got ku wî ji bo hildin binê qeydê çend goşî tirî birin Midûriya Bajêr a Xida, Çandinî û Heywandariyê.