Yasemin Kalyoncuoğlu,Günay Nuh
05 Tebax 2022•Rojanekirin: 08 Tebax 2022
Heyama Hezîran-Tîrmeha 2022yan di hefteya 24-31ê Tîrmehê da hewaya herî germ hat pîvandin, lê di vê heyamê da li Goleya navçeya Erdexanê hewa herî sar di bin sifirê da bi 0,8 pileyî hat pîvandin û hewaya herî germ jî bi 46,2 pileyî li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalan hilda hefteya borî hewaya herî germ li Silopî û Cizîrê û hewaya herî sar jî li Goleya Erdexanê hat pîvandin.

Li gor daneyan di hefteya 24-31ê Tîrmehê da hewaya herî sar di bin sifirê da bi 0,8 pileyî li Goleyê û hewaya herî germ jî di 31ê Tîrmehê da bi 46,2 pileyî li Silopî û Cizîrê hat pîvandin.
Li seranserê welêt kelekel û germa havînê heye, lê li Goleyê hin welatî hê jî havînê sobeyên xwe ranakin.
Li Goleya ku 2 hezar û 38 mêtro bilid e zivistan zor û dijwar e û havîn jî kin e. Li navçeyê hewaya hin car hene di bin sifirê da bi 40 pileyî jî tê pîvandin. Loma jî hin welatî li mal û dikanên xwe havînê jî sobeyên xwe ranakin û hin rojan dadidin. Gava derdikevin derva di dewsa cilên havînê da cilên qalind li xwe dikin.

Yakup Ertanê li Goleyê çayxaneya wî heye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em heya dawiya hefteya Tîrmehê sobeyên xwe dadidin.
Ferdî Altunê li Goleyê mamostetiyê dike diyar kir li seranserê welêt gel ji kelekel û germê dipije, lê li Goleyê germahiya hewayê dikeve bin sifirê û got ji ber ku sar bû me sobe dadan.