Halil İbrahim Sincar,Selahattin Erol
06 Tebax 2022•Rojanekirin: 14 Tebax 2022
Midyada navçeya Mêrdînê ya bi salan endamên ol, mezheb û nijadên ji hev cihê hebandiye di mehên havînê da bi Suryaniyên li xerîbiyê tijî dibe.
Navçeya dîrokî ya bi salan mazûvaniya kesên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryankî diaxivin kiriye û bi berhemên wek mizgeft, dêr, xan û cî û warên dîrokî yên li ser xwe jî vê rastiyê nîşan dide.
06.08.2022 Suryaniyên li xerîbiyê havînê berê xwe didin Midyadê
Suryaniyên di serî da li Almanya, Swêd, Swîsre û welatên din ên Ewropayê û Libnanê dijîn û xerîbiyê ne dema dibe havîn berê xwe didin Midyada warê bav û kalên xwe
Navçe ji ber devereke dîrokî ya ji xwe balê dikişîne lê bi taybetî di hersê mehên havînê da Suryaniyên li xerîbiyê ne zêdetir tên bajarên mîratên bav û kalên wan li ser xwe dihebîne.
Almanya di serî da ji Swêd, Swîsre û welatên din ên Ewropayê û Libnanê Suryaniyên li xerîbiyê dijîn di tetîla havînê da berê xwe didin Midyadê.
Jimara Suryaniyên li Midyatê ku kêm e bi hatina havînê zêde dibe. Suryaniyên ji xerîbiyê tên bajarê bav û kalên xwe û li mal û dêrên bi kevirê Midyadê hatine çêkirin dimînin.

Suryaniyên ji xerîbiyê tên navçeyê li gundewarê Çiyayê Bagokê taxên Elbegendî, Yemîşlî, Taşkoy û Uçkoyê bi kevirê Midyadê mal dane çêkirin û hinek li wan malan dimînin û hinek jî li mêvanxaneyên dêrên li navçeyê dimînin.
Midyad di heman demê da ji bo Suryaniyên li xerîbiyê ne û li welatên cihê dimînin dibe navend û havînê tên nas û eqrebayên xwe jî dibînin û bi Suryankî diaxivin û li çanda xwe xwedî derdikevin.

Bi saya mêvanên ji xerîbiyê tên çarşî û bazara navçeyê jî geş dibe.
- "Hişê me li ser vê derê ye"
Nebîl Çelîkê 57 salî ku di ciwaniya xwe da ji bo xebatê koçî Gîessena bajarê Almanyayê kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew herî kêm salê carekê tê welatê xwe û wiha dewam kir: "Midyad xwedî çandeke pîroz e. Em li vê derê dostên xwe ziyaret dikin. Dêrên xwe yên berê ziyaret dikin. Suryankî zimanê me ye û em li vê derê wî zimanî diaxivin. Her çiqas em li Almanya bijîn jî koka me ji vê derê ye. Em li wê derê dijîn lê hişê me li ser vê derê ye."

- "Behr tuneye lê ji behrê xweştir e"
Zekî Arslanê ji Baden-Wurttemberg a eyaleta Almanyayê hatiye jî got ku wî tevlî xezûrê xwe Yusuf Ozdemir xaniyê ku par li taxa gundewar a Elbegendiyê dest bi çêkirina wê kiribûn îsal qedandin.
Arslan destnîşan kir ku ew 40 sal li Almanyayê ma û wiha dewam kir: "Hewaya Midyadê gelekî xweş e. Em seranserê salê dixebitin û ji bo bêhnvedanê jî tên Midyadê. Çend roj bi şûn va wê hemû silale wê bê vê derê. Tetîla me xweş derbas dibe û zû diqede. Em hemû miletê xwe li vê derê dibînin û bi Suryankî diaxivin. Em bîr û baweriya xwe li vê derê dibînin. Li vê derê behr tuneye lê rojên me xweştir derbas dibin. Ciwanên me li vê derê çanda xwe hîn dibin."

Ercan Metheyê 27 sal e li Almanya dijî jî got ku ew 3 salan carekê tê warê bav û kalên xwe û bêhna xwe derdixe.
Ji esnafên Midyadê Nûrî Ergînê ku Suryanî ye jî got ku Midyad ji bo Suryaniyên li xerîbiyê ne di mehên havînê da dibe navenda kombûnê û wiha domand: "Bi hatina wan kêfa me tê û em ji hev ra qala serpêhatiyên xwe dikin. Di demên dawîn da welatiyên ku tên dixwazin malên xwe yên kevn çêbikin û yan jî ji nû va xanî ava bikin. Ev tiştekî baş e. Kesên ji Ewropayê tên dibêjin em li wê derê hev nabînin û evder ji bo hemûyan wek navenda hevdîtinê ye jî."
- "Çavê me li rêya wan e"
Alîkarê Şaredarê Midyadê Abdurrahîm Çelîk jî destnîşan kir ku Suryaniyên li xerîbiyê di mehên havînê da tên û têra dilê xwe tetîlê dikin û wiha domand: "Welatiyên me yên Suryanî û Êzdî tu carê xwe ji vê derê nekirin. Bi saya aramî û xebatên Şaredariya Midyadê eleqeya li ser vê derê jî zêdetir bû. Welatiyên Suryanî dema tên kêfa me tê û çavê me li rêya wan e."