Haydar Şahin
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Li Xelata navçeya Bidlîsê welatiyên ber destê sibê kom dibin ji bo jiyana tendurist di behra Wanê da sobaniyê dikin.
Koma ber destê sibê li bendera Behra Wanê tê ba hev werzişê dike û ji bo hênikahiyê jî dikeve avê.

Îbrahîm Behlul Şerefogluyê mamosteyê teqawidbûyî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku havînê ji bo tetîlê ji Îzmirê tê Xelatê.
Şerefoglu ji bo li ser hemdê xwe bimînin her roj ber destê sibê sporê dikin û wiha pê da çû: "Ava Behra Wanê bêhempa ye. Temîz paqij û hîjyenîk e. Em her roj li vê derê kom dibin. Hin caran hejmara me derdikeve 120 kesî. Zehf xweş dibe. Em di nav rojê da li ser hemdê xwe dimînin."

Şahap Koçalp jî got ku 5 sal berê dest bi çalakiyê kiribûn û hê didomînin û wiha axivî: "Em ji hezîranê dest pê dikin hetanî 20 cotmehê bi rihetî di ava behrê da sobaniyê dikin. Ne bi tenê ji Xelatê dibê ji hemû aliyên Tirkiyeyê werin Behra Wanê û sobaniyê bikin. Behra Wanê ya me hemûyan e. Paqij bihêlin û bi dilrihetî sobaniyê bikin."
Gurbuz Gulsar jî got ava bisode ya Behra Wanê merivan li ser xwe dihêle û wiha pê da çû: "Ji bo kesên dizanin sobaniyê bikin ava Behra Wanê merivan weza dike. Heke sobaniyê bikin kêrî fitiqê û êşa piştê tê. Ya rastî ji bo tenduristiyê sobanî û ji meşê çêtir e. Em bawer dikin ku ava behrê bi şifa ye."