Fatih Gazioğlu
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Li Qersê zarokên gundan bi diyariyên eydê kêfxweş bûn.
Komeke dildar ya ku bi slogana "Tu jî leyîstokekê bide" ji zarokan ra leyîstokan kom dikin û belav dikin.
Li bajêr par Taner Guneş û hevalên wî li ser înternetê bi slogana "Tu jî leyîstokekê bide" hesabekî medyaya civakî vekirin û ji bo zarokan dest bi komkirina leyîstokan kirin.
Komê vê dorê ji bo Eyda Qurbanê pêlav kom kirin û çûn gundê Hasancana navçeya Dîgorê û belav bi diyarî dan zarokan.
Zarok ji ber diyariyan gelekî kêfxweş bûn û spasiya komê kirin. Endamên komê li gund bêhnekê bi zarokan ra leyîztin.
Taner Guneşê berpirsyarê projeyê spasiya kesên alîkarî dan wan kir û wiha axivî:"Me cil û pêlavên ku gel ji me ra şandin belav kirin. Em spasiya wan dikin. Bi saya wan zarok şa bûn. Eger zarok bikenin wê dinya jî bikene. Bila tu zarok bê leyîstok nemînin."
Ji zarokan Saîm Bîtîmlî got ku ew ji ber diyariyan gelekî kêfxweş bû û wiha got: "Ez spasiya wan dikim. Ez ê di eydê da bi vê pêlavê bigerim. Min pêlava xwe gelekî eciband."