Sayim Harmancı
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Şaxa Hekariyê ya Heyva Sor li bajêr konê fitarê vegirt.
Bi minasebeta meha Remezanê li pêş Mizgefta Mezin konê fitarê danîn. Kesên hatin kon xwarina ku wezîfedaran belav dikir hildan û fitar kirin.
Serokê Şaxa Heyva Sor Recep Bozkurt bi bîr xist ku wekî her sal wan îsal jî li bajêr ji bo fitar kirinê kon vegirt.
Di axaftina xwe da Bozkurt ragihand ku di kon da ew dikarin xwarinê bidin 500 kesî û seranserê meha Remezanê jî wê kon vekirî be.