Necat Hazar
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Li Tuşbaya navçeya Wanê 20 koçberên bêdestûr ên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînoran û ekîbên harekata taybet li ser êxbarê operasyon bir ser maleke li taxa Abdurrahman Gaziyê.
Di lêgerînê da 20 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, di çaviya ku tendûr û êzing tê da ne da hatin girtin.
Koçberên bêdestûr birin Midûriya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînoran.
Bi îdiaya ku qaçaxcîtiya koçberan kirine, 2 gumanbar hatin binçavkirin.