Hüseyin Demirci
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
Li Navenda Kaşûna Cibiltepeyê ya ser Sariqamîşa navçeya Qersê stûriya berfê gihîşt 20 santîmî û hezkirên snowboardê jî dest bi kaşûnê kirin.
Li Cibiltepeya ji navendên turîzma zivistanê yek e ev du roj e berf bi tesîr e û li navendê stûriya berfê gihîşt 20 santîmî.

Hezkirên snowboardê yên ev yek ji xwe ra wek fersend dîtin jî bi wesayîtên off-roadê derketin pîstên etapa 2yemîn.
Li Navenda Kaşûna Cibiltepeyê hezkirên snowboardê xwe berî jêrê dan û li herêmê kaşûna ewil a heyamê hat kirin û dema tuîzma zivistanê dest pê kir.

Ji kaşûnhezan Hîmmet Bozyel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi barîna berfê kêfa hezkirên snowboardê hat û ew jî kêf dikin.