Hilmi Tunahan Karakaya,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers û Erdexanê sir û sermayê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê berfa ku du roj berê tesîra xwe nîşan da, vegerand sermayê.
Li bajarê ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 2 pile hat pîvan ber destê sibehê rê û peyarê qerimîn.
Li Navenda Kaşûnê Palandokenê stûriya berfê 16 santîmetre hat pîvan.

- Qers
Li Qersê piştî barîna berfê serma bi bandor e.
Ji ber sir û seqemê dehl qerimîn, qiraviyê avêt dar û nebatan. Li ser rêyên nav bajaran ên bi mij û dûman ekîbên polês û cendirmeyê ajokar hişyar kirin.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18emîn jî rê xwê kirin ku cemed negirin.
Li navçeya Sariqamîşê berfa ku dem demî barî, erd spî kir.
Li etaba 2yem a Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê stûriya berfê 20 santîmetre hat pîvan.

- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Beşeke Çemê Kûrayê qerimî.
Li bajêr camên wesayîtan cemed girt, qiraviyê avêt nebatan.
Welatî Akin Ocak diyar kir ku hewa pir sar e û cara ewil e ku evqas qiravî çêdibe.