Türkan Tosun
26 Nîsan 2019•Rojanekirin: 28 Nîsan 2019
Koçerên li Şanliurfayê yên ku zivistanê heywanên xwe li deştê diçêrînin ji ber ku hewa xweş bû û demsal guherî niha diçin zozanên Rojhilatê Anadoluyê.
Koçerên jiyana wan di konan da derbas dibe ewil diçin herêma Qerejdaxê, demekê li wir bêhna xwe didin û paşê jî derdikevin zozanên Elezîz, Bîngol û Erziromê.
Li taxa Boztepeya Şanliurfayê koçeran amadehiyên xwe kirin û tevlî bi hezaran heywanên xwe bi rê ketin ku herin zozanan.
Di vê rêwîtiya hilgêrê da koçer nanê xwe dixwin, çaya xwe vedixwin, heywanan didoşin ku nexweş nekevin.

- "Zehmet e, lê em hîn bûne"
Koçer Mehmet Ulaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku karê wan zehmet e, lê ew dîsa jî koçeriyê hez dikin û wiha axivî: "Em di meha mijdarê da hatin vir. Wek her sal, îsal jî em 5-6 mehan li vir dimînin û paşê diçin Elezîzê. Havînê jî em diçin zozanên Erzirom û Mûşê. Em 3-4 mehan jî li wir dimînin û paşê dizivirin vir. Ji bo ku heywanên me gir bibin kîjan demsal hewa li ku xweş be em diçin wir. Em di konan da dijîn, ji gelek derfetan mehrûm in. Zehmet e, lê em hîn bûne. Li zozanan em li hezar heywanî xwedî derdikevin. Ji ber vê jî em bendê ne ku rayedar zêdetir alîkariya me bikin."
- "Dema hewa xweş dibe karê me jî zêde dibe"
Koçer Mahmut Arak (39) jî got ku ew karê ji bav û kalan ji wan ra maye dikin û wiha dewam kir: "Em pez didoşin, wan xwedî dikin. Çend roj şûn da emê herin Qerejdaxê û ji wir jî herin Karliovayê. Emê 4-5 mehan li wir bimînin. Ne hêsan e. Piştî rêwîtiyeke 10 rojî em digîhîjin Qerejdaxê. Li gor demsalê cihê me diguhere. Dema hewa xweş dibe karê me jî zêde dibe."
Şivan Tahsîn Yildirim (35) jî got ku ew ji biçûkatiya xwe û vir va vî karî dike, mehê 5 hezar lire mehane qezenc dike, lê karê wî zehmet e.