İbrahim Atmaca
28 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Suryaniyên ku li Diyarbekirê dijîn, Cejna Paskalyayê pîroz kir.
Ji bo Cejna Paskalyayê li Dêra Dayîka Meryemê ya dîrokî ayîn hat lidarxistin û Suryaniyan di ayînê da mûm pê xistin û dia kirin.

Papaz Yusuf Akbulut ayîn bi rê va bir, koroya ku ji keçikan pêk hat, bi Suryanîkî îlahî gotin. Hin beşên Încîlê jî hatin xwendin û ayînê nêzî 3 saetan dewam kir, Akbulut bi Tirkî wez dan.
Akbulut diyar kir ku wan piştî 50 roj rojiya ku girt, Cejna Paskalyayê pîroz dikin û wihan dewam kir, "Ez hêvî dikim ev cejin li hemû dinyayê bibe wesîleya biratî, hizûr û aştiyê."

Paşê ji kesên ku beşdarî ayînê bûn ra hêk û kade hat îkramkirin.