Haydar Şahin
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Bedrettin Bulbulê hosteyê hesin ê 65 salî yê li Erdîşa navçeya Wanê dijî 50 sal ji sac sobeyan çêdike û malan germ dike.
Bulbul ji bo meslegê xwe yê ji ber pêşketina teknolojiyê, kalorîfer, xasa siruştî û sobeyên ceyranê kêm bûye bidomîne dixebite. Bulbul ji 10 saliya xwe vir da meslegê xwe yê ku ji hosteyên xwe hîn bûye bi kelecanî didomîne.
Bulbul li atolyeya xwe ya li navenda navçeyê havînan mangal, semawiran, zivistanê jî sobeyan çêdike û pê nanê xwe bi dest dixe. Ligel emrê xwe yê pêşketî Bulbul hewl dide meslegê xwe hînî ciwanan bike.
Bulbul destnîşan kir ku di van demên dawîn da ji ber ku bikaranîna xaza siruştî zêde bû eleqeya nîşanî sobeyan didin jî kêm bû, ji bo li ser piyan bisekine amûrên teze yên cûda çêdike.
Bulbul got nifşên nû xe nedin ber meslegên zor û wiha pê da çû: "Ez şeveqê dikana xwe vedikim û hetanî berêvarê dixebitim. Ez dixwazim ku ciwan jî ji xwe ra meslegekî hîn bibin.Ez havînê mangal û ocapin keviran, zivistanê sobeyan çêdikim. Ji ber ku kesên li navenda navçeyê dijîn sobeyan zêde naxebitînin ji bo vê herî zêde gundî sobeyan dikirin. Bi hatina zivistanê firotina me zêde bû lêbelê karê me wekî demên berê zêde çênabe."