Önder Beyter
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Siruşthezên Bidlîsî li navçeya Elcewazê li pêşa Çiyayê Sîpan ku gelek dever û berhemên dîrokî li dewrûberê hene, derketin ger û geşta xwezayê.
Kulubên xweza û werzişê yên li Bidlîs û navçeyên wê Xelat, Tetwan û Elcewazê ji bo danasîna herêma ku ji serdema Urartuyan bigire heya serdema Osmaniyan gelek berhem û ciyên dîrokî lê hene hene, çalakiyek li dar xist.
98 siruşthezên ku li navçeya Elcewazê hatin cem hev, çûn dîtina Keleha Kefê, Keleha Elcewazê û Dêra Mucizeyan ku ji hêla mîmariyê va xwedî taybetiyên cuda ne.
Siruşthezên ku wêneyên berhemên dîrokî kişandin, li ber menzereya Gola Wanê taştêya xwe xwarin û dû ra vegeriyan navenda navçeyê.
- "Em van deran bi herkesî didin nasandin"
Serokê Kuluba Xweza û Werzişê ya Xelatê Deniz Balaman di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ligel 98 kesên ku di navê da xwendekar, karmend û esnaf jî hene, derketin ger û geşta xwezayê.
Balaman wiha axivî, "Em van deran bi herkesî didin nasandin. Me rojeke xweş derbas kir. Ev der ji bo meşa xwezayê pir guncan e. Dêr li navçeyê li ciyê herî serdest hatiye avakirin û ji vê derê her der pê va dixuyê. Ji hêla cih û çêkirinê va gelekî rind e. Em plana wê yekê dikin ku van menzereyên xweşik û sipehî bi herkesî bidin dîtin."
Beşdarê gerê Fatih Bilgiç jî diyar kir ku divê herkes were dîtina herêma ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî û dîrokî derdikeve pêş.