Mesut Varol,Sayim Harmancı,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız
04 Sibat 2022•Rojanekirin: 05 Sibat 2022
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf, pûkê rêya 606 cî û waran girtî ne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku li bajêr ji ber berf û pûkê rêya 185 cî û waran hat girtin.
Hat gotin ku ji bo vekirina rêyan xebat didomin.
Li Hekariyê jî ji ber berfa bi şev tesîra xwe zêde kir rêya 78 gundan hat girtin û li navenda bajêr ji bo vekirina rêyan xebat tên kirin.
Li Mûşê jî berfa serê sibehê dest pê kir çar alî çîl spî kir û li navenda bajêr berfa ser kolanan tê paqijkirin û ji bo vekirina rêyên 32 gundan jî xebat tên kirin.
Li bajarê Bidlîsê jî rêya 311 gundî ji ber berf û pûkê girtî ne û ji bo vekirina wan xebat tên kirin.