Önder Beyter
22 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Îslahiyeya navçeya Entabê xelkê Taxa Koçcagizê ji bo ku bi eqrebayên xwe ra xeberbidin, derdikevin ciyên diyar an jî derdikevin ser girên nêzîk.
Li Taxa Koçcagiza li pêşa Çiyayên Amanosê ku 9 kîlometre dûrî navenda navçeyeyê, 40 mal e û her wiha 140 kes lê dijî, welatî nikarin bi têlefonên mobîl xeberbidin.
Muhammed Çalik ku ji bo bi têlefonê xeberbide, bi motosîkleta xwe berjêrî biniya taxê bû, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku hemû operator nakişînin û wiha axivî, "Ne bi tenê di têlefonê da, di înternetê da jî pirsgirêk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê em li benda alîkariyê ne."
Mixtarê taxê Bekir Samli jî diyar kir ku li taxa wan bi salan e heman pirsgirêk heye.
Samli got ku wan serî li ciyên pêwîst dan û wiha dewam kir:
"Welatî neçar dimînin diçin ciyên diyar û wisa têlefonê vedikin. Di rewşeke bilez da, dema nexweşek çêdibe, an jî ji bo gazîkirina ambulans û îtfaiyeyê em di tengasiyê da dimînin. Em bi neçarî diçin hin ciyên diyar û wisa têlefonê vedikin. Me serî li hin operatorên GSMê dan. Bersiv hat, dibêjin 'Nifûs têrê nake'. Lewma jî em ji peywirdaran alîkariyê dixwazin."