Fecri Barlık
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2024
Li Tirkiyeyê di 2016an da li Geliyê Botanê yê Sêrtê minminîka pêşeng a spî hat dîtin û qeydkirin. Ji bo ku dîmenê minminîkê bikişînin ji Îzmirê 3 çavdêrên minminîkan hatin bajêr.
Minminîka pêşeng a spî (belenois aurota) ji Afrîkayê koç kiriye û di 2016an da li Sêrtê hat dîtin û qeydkirin. Îsal jî li Sêrtê li minminîkê digerin. Tê zanîn ku ev minminîk li Tirkiyeyê jî difire û Nîhat Kaymazê çavdêrê minminîkan di 2016an da ev minminîk li Geliyê Botanê dît. Piştî 7 salan par dîsa hat dîtin û îsal jî dîmena wê hat kişandin.
Minminîka pêşeng a spî li ser nebata kapariyê hat dîtin. Melîh Înanli, Mustafa Kuş û Îbrahîm Kavuş ji bo ku minminîkê bibînin û dîmenê wê bikişînin, 1590 kîlomêtre rê li paş xwe hiştin û hatin Sêrtê.
Melîh Înanliyê ku ji Îzmirê hat û ji 2004an vir va wêneyê minminîkan dikişîne, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî dema dîtina minminîkê bihîst, bilêta balafirê birî û bi hevalên xwe ra hat bajêr.
Înanli destnîşan kir, ew ji bo minminîka pêşeng a spî berî niha jî 3 caran hat bajêr, lê wî minminîk nedît. Înanli wiha dewam kir, "Li Tirkiyeyê nêzî 415 cure minminîk hene û min ji van wêneyê 300î kişand. Min ziyaretên xwe yên borî da wêneyê minminîka pêşeng a spî nekişandibû. Ez vê carê tenê ji bo wê hatim."
Mustafa Kuşê ku ji Îzmirê hat jî got ku ew wênekêşê çûkan e, lê nêzî 10 salan e ku ew wêneyên minminîkan jî dikişîne.