Fatih Gazioğlu
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Qaymeqamtiya Sirûcê ji bo pîrejinên ku xaniyê wan ji ber lehiyê zirar dîtibû xaniyekî nû çêdike.
Cemîle Kartala 95 salî û Adile Yagmura 85 salî ji bo xaniyê wan yê ku ji ber lehiyê zirar dîtibû were temîrkirin serî li Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Qaymeqamtiya Sirûcê dan.

Xebatkarên Weqfê ji bo ku ji pîrejinan ra xaniyekî nû çêbikin dest bi xebatê kirin.
Midûrê Weqfa Piştevanî û Alîkariyê yê Sirûcê Mehmet Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê ji bo pîrejinan xaniyekî nû çêbikin û wiha axivî:"Ew emanetî me ne. Xêrxwazên me bûn alîkar. Niha hosteyên me dixebitin. Bi îzna Xwedê înşaeta xaniyê me wê di demeke kin da xilas be. Li gor pîlanê xanî ji 2 menzel, serşokek û mutbexekê pêk tê. Hindî ji destê me tê em ê alîkariya wan bikin. Hin caran ez malbata xwe jî didim gel xwe têm pîrên me ziyaret dikim."

Cemîle Kartalê got ku ew 50 sal e di xaniyê kerpîç da dijî û wiha axivî:"Xaniyê me îsal ji ber lehiyê zirar dît. Ji bo me xaniyekî nû çêdikin. Xwedê ji wan hemûyan razî be."