İbrahim Atmaca
26 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2020
Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.
Tê payîn ku germa hewayê ya herêmê li gor şert û mercên demsalê be.
Bi şev germa herî kêm di binê sifrê da li Agiriyê 26, li Qersê 19, li Erziromê 16, li Erdexanê 14, li Îdirê 10, li Erzincanê 9 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 7, li Erzincanê 5, di binê sifrê da li Erzirom, Qers û Erdexanê 4, li Agiriyê 9 pile tê payîn.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 75, li Sarîqamîşê 55 û li Erganê 26 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa, cemed û cî bi cî mij tê payîn, hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bibin.