İbrahim Atmaca
26 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê agir bi malekê ket û 2 xwişkên yek jê 3, ya din 4 salî mirin.
Li taxa Êrşata Jor (Yukariişikli) Gamze Yildiza diya keçikan ji bo ziyaretê çû mala xasiya xwe û agir alava ku ji sobê derket, bi malê ket.
Piştî cînaran dît ku dû ji malê radibe, cab dan û ekîba îtfaiyeyê hat cihê bûyerê û agir temirand.
Piştî ku agir hat temirandin, hat tesbîtkirin ku Havvanura 3 salî û Hîranur Yildiza 4 salî mirine.
Gamze Yildiza diya wan piştî bûyerê xwe va çû. Hat gotin ku Taner Yildizê bavê keçikan jî ji bo xebatê çûye Stenbolê.