GÎRESUN
Nîshînoya Japon û Ugur Kizilcayê Gîresunî ku li Çarşiya Mezin yê Îstanbûlê hevdu nas kirin, bi daweta li gor edetên behra reş zewicîn.
Li gorî edetên tirkan li ber deriyê mala Megumî Nîshîno û Ugur Kizilca ya ku li navçeya Bûlancakê, şeva hinê hat kirin. Di merasimê de zava Kizilca, sêniya hinê li ser serê xwe anî qada dawetê û demekê reqisî.
Pişt re jî destê bûka japon Nîshîno hine kirin û jinên li wê derê bi hev re stran gotin.
Her wiha di daweta ku li solona dawetê hat kirin de jî staranên ji herêma Behra Reş hatin gotin. Merivên Nîshîno û Kizilcayê horon girtin.
Kizilca û Nîshînoyê piştî dawetê hestên xwe bi rojnamevanan re par vekirin û gotin ku 5 sal berê li çarşiya mezin ya Îstanbûlê me hevdu nas kir. Niha jî gelekî bextewar in.
Kizilca anî ziman ku ji bo malbata Nîshînoyê nas bike çûye Japonyayê. Malbata keçikê jî li gor edetên tirkan ew pêşwazî kirine.
Megumî Nîshînoya Japon ji bo ku bi Kizilca re bizewice bû misliman û dev ji karê xwe yê li Japonyayê berda.