21 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê duh di dawetekê de êrîşeke bibombe hatibû kirin, 50 kes miribûn û 70 kes jî birîndar bûbûn. Besna Akdogana bûk ku di êrîşê de birîndar bûbû û ew rakiribûn Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Gazîentabê piştî dermankirinê ji ber ku rewşa wê baş bû, hat taburcîkirin.
Kesên ku di şeva heneyê ya Nurettîn û Besna Akdoganji ber êrîşa terorê birîndar bûn, di nexweşxaneyên cuda de tedawî dibin.
Besna Akdogana bûk ku di êrîşê de birîndar bûbû jî li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Gazîentabê tedawî didît. Piştî dermankirinê ji ber ku rewşa wê baş bû, Akdogan hat taburcîkirin.
Xizmên bûkê ew tenê nehiştin û ew birîn malê.
Akdogan dema ku hat malê bi girî got "Daweta me kirin gola xwînê" û ji hişê xwe ve çû.
Heval, dost, xizm û cînarên Akdoganê ew hembêz kirin û hewl dan ku bêhna wê bînin ber wê.