Hüseyin Demirci
03 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Wanê ku demsala zivistanê lê gelekî dirêj û dijwar derbas dibe, hinek ji welatiyan di meha tîrmehê da sobe dadan.
Tevî ku li gelek cihên welêt germayeke mezin heye, li Sariqamîşa ku raqima wê 2 hezar 150 ye, pileya hewayê bi şev dadikeve heta 2 dereceyan.
Baran, tav, teyrok û hewaya sar ku ev nêzîkî hefteyekê ye berdewam e, bandoreke neyênî li jiyana rojane dike.
Li navçeya ku piraniya welatiyan di meha tîrmehê da ji ber hewaya sar cil û bergên sitûr li xwe kirin, li hin qehwexane û malan sobe û kombî ji nû ve hatin pêxistin.
Xelkê navçeyê ku bi piranî berê xwe didin qehwexaneyên ku sobe li wan dadayî ne, li ber tîna sobê çaya xwe vedixwen û sohbet dikin.
Li gorî daneyên meteorolojiyê li herêmê baran û hewaya sar ewê maweyeke din berdewam be.
Ji niştecihên navçeyê Celal Gok ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku hewa pir sar e û wiha got: "Ev 3 roj in baran dibare, şev pir sar e. Sobe û kombiyên me pêketî ne. Li rojava ji germa dişewitin, li vê derê jî em ji sermayê diqefilin."
Gozel Goydaş a ku ji Edeneyê hatiye Sariqamîşê serdana birayê xwe, destnîşan kir ku ew ji nava germayê hatiye nava sermayê û wiha got: "Li Edeneyê hewa 44 pile germ bû. Ez hatim vir, li vê derê jî serma heye. Em sobeyê dadidin. Pir sar e, hûn nikarin bê lihêf yan betanî razên."
Hakan Bîrcanê ku li Taxa Tepeyê dijî jî got, "Em di meha tîrmehê da ne, sobeyên me hê jî li erdê ne û em xwe bi wan germ dikin."