Rıdvan Korkulutaş
02 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2024
Li Bîngolê perana guran, bizinkovî û xinzîr bi fotodefikê hatin kişandin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Bîngolê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî xebatên parastin û kontrolê, şopandina cureyên biyolojîk û pêşîlêgirtina qaçaxcîtiya biyolojîk didomînin.
Ekîb di çarçoveya têkoşîna nêçîra qaçax da li herêmên ku heywanên kovî lê zêde ne, fotodefikan datînin.
Di demsalên cuda da dîmena peraneya guran, bizinkovî, xinzîr û kewên gozel li siruştê bi fotodefikê hatin kişandin.
Ekîb di encama lêkolînan da cihên fotodefikan li gor periyotan diguherînin.