29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
MALATYA
Bona Meletî, Elazix, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê hişyariya bûsî, mij, cemed û seqemê hat kirin.
Li gorî daxuyaiya nivîskî ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, li Meletî, Elazix û Adiyamanê hewayê ewrayî be, bi şev jî baranê bibare, li Tuncelî û Bîngolê jî herwiha hewayê ewrayî be û bi şev jî şilopeyê bibare.
Tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên herêmê ber destê sibê û bi şev bûsî, mij, cemed û seqemê çêbe.
Bona ku rewşeke nexweş neqewime, hat gotin ku welatî bira baldar û bitevdîr bin.