Tîma Heyva Sor destê xwe dirêjî malbatên tirkmen ên ku li Behirkeya Kampa Konan a li hewlêrê dimînin, kir. Arîkariyên ku ji beqliyat, piskivêt, av, çatên zarokan û melzemeyên paqijiyê pêk tên, belavî malbata kirin. Tirkmenên ku arîkarî gihaştin wan, spasiya gelê Tirkiyeyê yên ku ew ji bîr nekirin, kirin.
Arîkariyên Heyva Sor gihandin 600 malbatên ku li Dêra Josephê ya li Ankawaya taxa Hewlêrê jî. Arîkariyên ku ji xurek û melzemeyên paqijiyê pêk tên, danîn depoya ku ji bo penaberan hat avakirin. Peywirdarên dêrê got ku em ji ber arîkariya tîma heyva sor gelekî kêfxweş in.
Berpirsyarê Arîkariyên Iraqê yê Heyva Sor Umît Turkaslan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bêyî ku ferqa dîn, ziman, nijad û mezhebê bikin arîkariya her kesê ku hewcedar in, dikin.